Li Bordeaûxê ji ber zextên AKP’ê stand hate rakirin

Li Bordeaûxê ji ber zextên faşîstan standa Koordînasyona Hilbijartinê ya Bordeaûxê hate rakirin.

Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê dengdan didome. Li bajarê Bordeaûxê yê Fransayê ji 7’ê Hezîranê ve dengdayîn didome.

Ji roja pêşîn a hilbijartinê Koordînasyona Hilbijartinê ya Bordeaûxê ji bo agahdarkirinê stand vekiribû. Ji ber zextên faşîst ên AKP’ê stand ji aliyê walîtiya Bordeaûxê hate rakirin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Bordeaûxê têkildarî vê rewşê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê li hemberî êrîşên faşîst stûyê xwe xwar nekin. Hate diyarkirin ku ew ê bi bawerî û biryardariyeke mezin li dijî dîktatoriya yekzilamiyê têbikoşin.