Li Bordeauxê çalakiya Kobanê

Li Bordeauxê çalakiya Kobanê

Piştî çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên danê sibê de, ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşê Kobanê kirin, bi armanca protestokirina vê êrîşê û desteka dewleta Tirk, li bajarê Fransa Bordeauxê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de salvegera damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin û desteka dewleta Tirk a ji bo DAIŞ’ê hate protestokirin.

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Bordeauxê bi armanca portestokirina êrîşên çeteyên DAIŞ’ê meşek li dar xistin. Meş bi banga KCD-E’yê pêk hat.

Girseya gel saet di 15.00 de, li ber şaredariyê li hev kom bûn pankartên “Li Kobanê ji aliyê çete û destekkarên wan ve, dorpêçek hatiye danîn, pêwîstî bi alîkariya lezgîn heye”, “Li Kobanê mirovahî li ber xwe dide”, “Hêzên navneteweyî li ku ne”, “PKK rûmeta mirovahiyê diparêze” û “Salvegera 36’emîn a PKK’ê pîroz be” vekirin.

Partiya Antî-Kapîtalîstên Nû (NPA), Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Solidaire û anarşîst jî destek dan meşa Kurdan. Di meşê de dirûşmên “Kobanê nakeve, Kurdistan wê bijî”, “Kobanê ne bi tenê ye”, “Bijî Kurdistan” û “Bijî PKK-YPG-YPJ” qîriyan û di meşê de belavok hatin belavkirin.

Nêzî 500 kes tevlî meşa li yek ji cadeyên qelebalix ên bajêr pêk hat, bûn. Girseya hate ber şanoya mezin, mîtîngek li dar xist. Di mîtîngê de her yek ji nûnerên sazî û partiyên Kurdan jî axaftinek kirin. Di axaftinan de banga piştgiriya ji bo Kobanê, Kurdistan û PKK’ê hate kirin û salvegera damezrandina PKK’ê jî hate pîrozkirin.

Di dawiya mîtîngê dirûşmên “Bijî Kobanê” û “Bijî PKK” hatin gotin.