Li Bolûyê êşkence li 3 girtiyan hate kirin û hatin sirgûnkirin
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, li 3 girtiyan êşkence hate kirin û hatin sirgûnkirin.
Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê, li 3 girtiyan êşkence hate kirin û hatin sirgûnkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gel ragihand ku Denîz Şah, Latîf Mollaahmetoglû û Îlhan Kaya yên li Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê, di 2'ê Adara 2021'ê de bi êşkenceyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa F Hejmara 2 a Îzmîrê hatine kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê meha Çileyê gardiyan êriş birin ser heman girtiyan, êşkence li wan kirin û ji ber vê yekê bedena girtiyan şîn û reş bû. Piştre jî girtî hatin sirgûnkirin."