Li Bologna, Madrîd, Viyana û Brukselê çalakiyên Kobanê

Li bajarê Îtalya Bologna, li paytexta Spanya Madrîdê, li paytexta Awûstûrya Viyana û li paytexta Belçîka Brukselê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

Li bajarê Îtalya Bologna, li paytexta Spanya Madrîdê, li paytexta Awûstûrya Viyana û li paytexta Belçîka Brukselê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakî hatin lidarxistin.

BOLOGNA

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li bajarê Îtalya Bolognayê bi coş hat silavkirin. Di çalakiya ku bi sedan kes beşdar bûn de, saziya alîkariyê ya bi navê RETE Kurdistan jî amade bû.

Di çalakiya ku hemû komên çep û sosyal demokrat ên li herêma Emîlîa Romagna destek dan de, dirûşmên "Kobanê li ber xwe dide", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û mirovên di êrîşên faşîzma AKP'ê de li Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

MADRÎD

1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê li paytexta Spanya Madrîdê, li navenda herêma Katalonyayê Barcelona û li paytexta herêma Baskê Bîlbao bi çalakiyan hat silavkirin.

Çalakî li ser banga Komîteya Piştgiriya bi Gelê Kurd û Rojava re hatin lidarxistin û tevî Kurdistaniyan, welatiyên Spanyayî, Bask, Katalan, çep, sosyalîst û derdorên demokratîk amade bûn.

Çalakiya li paytexta Spanya Madrîdê bi beşdariya zêdeyî 350 kesan pêk hat û komkujiyên li Bakurê Kurdistanê yên ji bo astengkirina serketina di hilbijartinê de hatin kirin, hatin şermezarkirin. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Şivan Çolak û Endamê Parlamenta Ewropayê Javîer Caûso Permûy jî beşdarî çalakiyê bûn. 

Nûnerê KNK'ê di axaftina xwe ya li vir de spasiyên xwe pêşkêşî hemû derdorên bi piştgiriya navneteweyî beşdarî berxwedana li dijî barbariya Dewleta Tirk û DAIŞ'ê bûne, kir. Qiseker ragihand ku divê desteka ji bo Kobanê dewam bike û xwedî li xebatên ji nû ve avakirina Kobanê bê derketin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûya Viyanayê jî, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê çalakiyeke bi coş hat lidarxistin.

Girseya gel a li ber Parlamenta Viyanayê hat cem hev, bi qîrîna dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" berxwedana li Kobanê silav kir.

Di çalakiyê de li ser berxwedana Kobanê dowîz hatin hilgirtin û belavokên bi zimanên Elmanî û Îngilîzî hatin belavkirin.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê jî jî çalakiya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi dirûşmeya "Berxwedana Kobanê berxwedana mirovahiyê ye, em ji nû ve Kobanê ava bikin" hat lidarxistin.

Zêdeyî hezar kes li Gare du Nord a Brukselê civiyan û saet di 15:00 de be bi Gara Trenê ya Navendî ve meşiyan. Di axaftinên dema meşê de afirînerên Berxwedana Kobanê hatin silavkirin. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya xurtkirina piştgiriyê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê. Di çalakiyê de dîkta AKP'ê hat şermezarkirin.

...