Li bo karsazê navdar yê Rûsyayê Hodorkovskî efû tê

Li bo karsazê navdar yê Rûsyayê Hodorkovskî efû tê

Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Putîn da zanîn ku hevkarê şîrketa petrolê ya Yukos yê berê Mîhaîl Hodorkavskî  daxwaza efuyê kiriye û da zanîn ku dê di pêşerojê de belgeya derbarê vê de îmze bike.

Li Moskovê duh di saetên şevê de mijara ku ket çapemeniyê, borsaya Rûsyayê xist nava tevgerê.  Putîn duh di daxuyaniya çapemeniyê de bi rojnamegeran re axivî û  da zanîn ku demek berê Mîkhaîl Hodorkovskî demek berê nameyek jê re şandiye û daxwaza efuyê kiriye.

Berdevkekî ji çapemeniya Hodorkovskî jî wiha got; “Em di vê mijarê de tiştekî nizanin. Em jî hewl didin fêm bikin.”

Malpergara nûçeyan a Turkrus cih da axaftina Putîn.  Hodorkovskî û hevkarê wî Platon Lebedev ji sala 2003’an de ye ji ber kaçaxvaniya bacê û xapandinê û pere revandinê di girtîgehê d ene.  Di doza duyemîn ya 2010’an de hat vekirin de  cezayê wan heta 20162an hatibûn dirêj kirin.  Lê li gorî qanûna înfazê  rewaşa girtî ya Hodorkovskî 10 salan derbas dike û tê payîn ku dê di 23’ê Tebaxa 2014’an de bi dawî be.

Di vê navberê agahiyên herî girîng di rojnameya Kommersant de cih digire. Li gorî çavkaniyên taybet yên rojnameyê rayedarên ewlehiyê çûne girtîgehê û rewşa dayika Hodorkovskî  ku bi nexweşiya pençeşêrê ketiye vegotine.

Li ser vê yekê nameyek ji Putîn re nivîsî û diyar kir ku ew sûcê xwe qebûl dike û efûyê dixwaze.

Serok dewletê Vladîmîr Putîn pêşnûmeya efûya giştî ya ku tê plankirin 25 hezar kesî dê bihundirîne li Dumayê di runiştinekê de qebûl kir.