BI DÎMEN

Li Blafirgeha Marîgnan ji bo azadiya Ocalan çalakî

Kurdistaniyan, li Balafirgeha Marîgnanyê ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin.

Meclîsên Marîgnan û Marsîlya yê Fransayê, bi boneya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li balafirgehê çalakiyek li dar xistin.

Di çalakiya nêzî 40 deqan dom kir de, dirûşmên " Ji Rêber Apo re azadî", " Kurdistan goristan ji bo faşşîstan" û " Bijî Serok Apo" hatin qîrkirin.

Di dawiya çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û hate diyar kirin ku wê roja Şemiyê di saet 14:00'an de li Qada Canabîereyê meşekî berfireh bê lidarxistin, banga beşdariyê li meşê hate kirin.