Li Bîelefeldê şehîdên 14’ê Tîrmehê hatin bîranîn
Li Navenda Çanda Demokratîk a Bîelefeld şehdîdên 14’ê Tîrmehê bi aktivîteyekê hate bîbîranîn.
Li Navenda Çanda Demokratîk a Bîelefeld şehdîdên 14’ê Tîrmehê bi aktivîteyekê hate bîbîranîn.
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan li Navenda Çanda Demokratîk a a Bîelefeldê di kesayeta 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibîr anîn.
Di aktivîteya bîranînê de piştî deqeyek rêzgirtinê û şûnde Ehmet Aktaş li ser wate û rola şehîdan a di dîroka Kurdistanê de nirxandin kir.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana 14’ê Tîmehê û “Bijî Serok Apo” ve bi dawî bû.