Li Bîelefeld, Hambûrg û Lyonê meş
Li bajarên Bîelefeld û Hambûrgê yên Elmanyayê û li bajarê Lyon ê Fransayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê meş hatin lidarxistin. Di çalakiyan de bal hat kişandin ser tecrîda li ser Ocalan.

BÎELEFELD
Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek hate lidarxistin.
Kurdistanî û dostên wan li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên ji bo Ocalan dest bi meşê kirin.
Di çalakiyê de dirûşmên "Destên dirêjî Rêberê me dibin wê bên şikandin", "Rêberê me jiyana me ye" hatin qîrîn. Girseya gel li navenda bajêr belavokeke bi zimanê Elmanî li ser armanca çalakiyê xwend.
Meş li ber Haûptbahnhofê qediya.
HAMBÛRG
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê mîtîngek hate lidarxistin.
Mîtîng li ber HBF a Hambûrgê pêk hat.
Qisekeran bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên siyasî. Li ser navê Meclîsa Jinê ya Rojbîn Sevahîr Bayindir axivî û got, Ocalan ji bo gelê Kurd xeta sor e. Bayindir destnîşan kir, Ocalan vîna gelê Kurd e.
Çalakî piştî xwendina belavoka NAV-DEM'ê qediya.
LYON
Li bajarê Lyon ê Fransayê, rêxistinên jinan, partî û sendîka jî di nav de 28 saziyan bi şiyara "Jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê bi tenê nînin" çalakiyek lidar xistin.
Çalakî li ber avahiya Konsolosxaneya Tirk a li Lyonê pêk hat û daxwaza berdana nivîskarên jin Asli Erdogan û Necmiye Alpay hate kirin.
Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.