Li Bexdayê li dijî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê êrişa bi roketê

Li paytexta Iraq Bexdayê, roketek li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ket.

Li gorî çavkaniyên ewlekariyê yên Iraqê, şeva Duşemê roketek li nêzî Sefaretxaneya Bilind a Emerîkayê ket ku li Herêma Kesk a bi ewlekariya bilind e.

Ji ber êrişê xisara madî rû da, tiştek bi kesî nehat.

Mîna êrişên beriya niha kes xwedî li vê êrişê derneket. Lê belê Emerîkî timî hêzên Iraqî yên alîgirê Îranê berpirsyar dibînin.

Di nava heft mehên derbasbûyî de 28 caran êriş li berjewendiyên Emerîkayê hate kirin.

Lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney roja Yekşemê gotibû ku Emerîka wê ji Iraq û Sûriyeyê bê qewirandin.

DYE û Îran zêdeyî 40 sal in dijminatiyê li hev dikin.