Li Bexdayê êrîşên bombeyî: 5 kes mirin

Li paytexta Iraq Bexdayê, du êrîşên bombeyî hatin kirin. Ji ber her du êrîşan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Iraq Bexdayê, du êrîşên bombeyî hatin kirin. Ji ber her du êrîşan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Wesayitên bombebarkirî yên li Şûrta er-Rabîa û semta Ebû Tîşîr ên Bexdayê, ji dûr ve hatin teqandin. Êrîş bi hevdemî hatin kirin û ji ber her du êrîşan 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.

Heta niha kesî êrîş li xwe negirtiye.