Li bersûcê Cîneyeta Dînk Akyurek hate guhdarîkirin
Di dadgeha Doza Cînayeta Hrant Dînk de, pirs ji Akyurek hate kirin ku wê demê Serokê Rêveberiya Sîxurtiyê ya Midûrîyeta Giştî ya Emniyetê bû.
Di dadgeha Doza Cînayeta Hrant Dînk de, pirs ji Akyurek hate kirin ku wê demê Serokê Rêveberiya Sîxurtiyê ya Midûrîyeta Giştî ya Emniyetê bû.
Akyurek li ser pirsa şandeya dadgehê, ‘’wê demê pêkan e ku Cerrah bixwaze herêm bi giştî were îmhakirin’’ Akyurek wiha got: ‘’Dema ku deriyekî wiha were vekirin berdewama wê weke şapeyê tê. Pêvajo me li girtîgehê digire, ên ku îmha xwestin jî li derve ne.’’
Doza têkildarî kuştina Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê ku 19’ê Çile yê 2007’an hatibû kuştin, cara 27’an pêk hat, ku di vê dozê de Serokê Rêveberiya Sîxuriyê ya Midûrîyeta Giştî ya Emniyetê Ramazan Akyurek jî di nav de 35 peywirdarên cameweriyê têne darizandin.
Rûniştina 27’an a doza têkildarî kuştina Dînk îro li Dadgeha Cizayê Giran a 14’an li Çaglayan a Stenbolê pêk hat. Bersûcê girtî Ramazan Akyurek, Serekmifetîşên Milkeyeyê yên wê demê Mehmet Alî Ozkilinç û Şukru Yildiz ku bi girtî têne darizandin û bersûc Reşat Atay ku bê girtî tê darizandin li rûniştinê hazir bûn.
PIRS JI AKYUREK HATIN KIRIN
Şandeyê ji Akyurek pirsî, li gel ku Yasîn Hayal dev ji cinayetê bernedabû jî çima tişta hewce nehatiye kirin. Akyurek diyar kir ku wî îstîxbarek şîrove kiriye lê baweriya xwe bi şopandina bûyerê ya Engîn Dînç aniye.
Dîsa li ser pirsa, ‘’Celalettîn Cerrah piştî kuştinê got: ‘’Me Erhan Tuncel ji hêmantiyê derxistibû, we gotibû dîsa wî bidin şixulandin?’’ Akyrurek weke bersiv got: ’Piştî ku cinayet derkete holê, min ji Cerrah re got, ‘biryar a te ye’’ Piştî ku têkiliya Tuncel bi cinayetê re derkete holê, ez çawa dikarim lê xwedî derbikevim? Mirov nikare li pişt kesekî wiha bisekine’’
Akyurek diyar kir ku bi talîmata Wezîrê Karê Hundir ê wê demê Abdulkadî Aksu cara duyê hatiye Stenbolê û Cerrab teklîfa îmhakirina ewraqan ji wezîr re negotiye û ji Midûrîyeta Giştî ya Emniyetê re gotiye. Akyurek diyar kir ku Cerrah piştre di rûyê Aksu de teklîf jê re gotiye.