Li Berlînê meşa ji bo azadiya Ocalan dest pê kir

Meşa Dirêj a li Berlînê, ku bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re" tê lidarxistin, dest pê kir.

Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Berlînê jî dest pê kir. Kurdistanî û dostên wan li ber gara Potstdamê ya paytexta eyaleta Brandenbûrgê li hev civiyan û dest bi meşê kirin.

Meşa Dirêj ji aliyê NAV-DEM'ê û Meclîsa Jinê Dest-Dan ve hate organîzekirin, wê 3 rojan bidome. Endama KCD-E Nûpel Mûnzûr qala armanca meşê kir. Mûnzûr bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê, Komploya Navneteweyî û berxwedana Ocalan. Mûnzûr destnîşan kir, ku gelê Kurd êdî azadiya Ocalan weke armanc daniye pêşiya xwe û diyar kir, armanca meşa wan jî ev e.

Çav li rê ye meşvan heta danê êvarê xwe bigihînin S-Bahnhof Zehlendorfê. Sibe jî wê ji cihê mayî meşa xwe bidomînin û xwe bigihînin Însbûrgplatzê.

Roja dawî ya meşê jî wê ji Însbûrgplatzê dest pê bike û heta ber Parlamenta Elman bidome. Çalakî wê bi mîtîngekê dewam bike û li ser navê meşvanan wê heyetek bi rayedarên parlamentê re rûnê.