Li Berlînê ji bo komkujiya Parîsê çalakiya nobetê

Li Berlînê ji bo komkujiya Parîsê çalakiya nobetê

Ji bo sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez ku 9’ê çileyê li Parîsê hatin qetilkirin, li Berlîna paytexta Almanyayê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Çalakiya nobetê ku dê sê rojan berdewam bike, li Brandenburger Tor a li navenda bajêr li ber avahiya balyozxaneya Fransî pêk tê.

Di roja yekem a çalakiyê de pankartên bi Kurdî, Almanî, Tirkî yên li ser “Em hemû Sakîne, Fîdan û Leyla ne” hatin vekirin û bi sedan kes beşdar bûn. Di çalakiyê de komkujî bi tundî hate şermezarkirin û bal kişandin ser daxuyaniyên rayedarên Tirk ên derbarê komkujiyê de.

Di çalakiyê de ev bang hate kiriin: “Bi aşkereyî dewletên Franse û Tirk ji bo krîmînalîzekirina Kurdan li ser heman esasî nêzîk dibin. Xext û girtinên dewleta Franseyê yên li hemberî Kurdan a zemînê vê komkujiya namerd daniye. Ji ber vê jî divê dewleta Franse kiryaran aşkere bike û berpirsên komkujiyê peyda bike."

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku heta ev bûyer neyê ronîkirin dê çalakiyên xwe bidomînin. Di roja sêyemîn a çalakiya nobeta sê rojan dê roja şemiyê saet di 14.00 de li Alexanderplatzê meşek bê lidarxistin.