Li Berlînê bîranîna şehîdan
Şervanên YPG-YPJ’ê û HPG’ê yên ku bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk şehîd bûbûn li Berlînê hatin bibîranîn.
Şervanên YPG-YPJ’ê û HPG’ê yên ku bi êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê û dewleta Tirk şehîd bûbûn li Berlînê hatin bibîranîn.
Li paytexta Elmanya Berlînê li navenda NAV-DEM’ê şervanên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd bûbûn hatin bibîranîn. Bername bi pêşengiya komên enternasyonalîst hate kirin; di bernameyê de şervanên Spanyol ku di berxwedana Efrînê de şehîd ketî Smauel Prada Leon (Baran Galîcîa), ji Fransayê yê Bretonî Olîvîer Le Claînche (Kendal Breîzh), şervana Ingilîz Anna Campbell (Hêlîn Qereçox), ê Tirkiyeyî Ara Mahkhno û şervanê Hollandî ku li Reqayê şehîd bûyî Sjoerd Heeger (Baran Sason) û şervana Arjantînî Alîna Sanchez (Lêgerîn Çiya) hatin bibîranîn.
LI DIJÎ FAŞÎZMA DEWELTA TIRK ŞER KIRIN
Di bîranînê de nameya ku Akedemiya Jîneolojiyê ya Rojava ji bo Lêgerîn Çiya nivîsî, hate xwendin. Di nameyê de hate gotin Lêgerîn Çiya ji Arjantînê ta bi Ewropayê li hemû dinyayê têkoşîna jinan gihandiye hev, li Rojava ji bo pergala tenduristiyê were danîn hewl daye, bi karaktere xwe bandor li her kesî kiriye û bang hate kirin ku têkoşîna jinê ya enternasyonal were geşkirin.
Piştre nameya ku ji bo Hêlîn Qereçox ya ji Komuna Enternasyonalîst hate xwendin. Di nameyê de hate gotin ku Qereçox her demê li dijî neheqiyan derketiye, bi wê hişmendiyê bûye ku ne tenê li dijî DAÎŞ’ê, divê li dijî dewelta Tirk jî şer were kirin û wiha çûye Efrînê.
JI ELMANYA TEVLÎ NAV REFÊN AZADIYÊ BÛ
Di bîranînê de xizmên şervanên HPG’ê Şehîd Agirî (Bîrdal Burhanli) yê ku li Qadên Parastinê yên Medyayê şehîd bûyî û her wiha yê Kemal Garzan (Medenî Sayilgan) ê ku li Dersimê şehîd bûyî axaftinek kirin û xwestin ku têkoşîna şehîdan ji cihê ku mayî were domdarkirin.
Xalê Şervan Urfa (Ahmet Kaplan) jî, ku li Efrînê şehîd bûbû axivî û got Urfa ji Elmanyayê tevlê nav têkoşînê bûye û ji zaroktiya xwe ve bi karaktere xwe yê şoreşger tim hatiye naskirin. Di bîranînê de her wiha peyamên li ser şehîdan bi sînevizyonekê hate nişandan.
Di bibîranînê de gelek caran dirûşmên ‘Şehîd namirin’ û ‘bijî Serok Apo’ hatin berzkirin.