Li Berlînê bîranîna Pirsûsê: Xewneroşk wê nîvco nemînin

Li paytexta Elmanya Berlînê Komkujiya Pirsûsê hate şermezarkirin.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), AGÎF, NAV-DEM û Meclîsa Jinan  Destan bi hev re mîtîngek organîze kirin. Mîtîng li Kottbusser Torê bi rêzgirtinê dest pê kir.

ATÎK û PYD’ê jî destek dane mîtingê, di mîtîngê de di serî de faşîzma DAIŞ-AKP’ê hişmendiyên komkuj ên li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û dinyayê hate şermezarkirin.

Mehmet Lutfu Ozdemîr ku di Komkujiya Pirsûsê de ji mirinê filitî, got, "Ti xewneroşk wê nîvco nemînin, teqez em ê bi ser bikevin."

Di çalakiyê de her wiha platformeke vekirî hate danîn û gel der barê Komkujiya Pirsûsê û faşîzma AKP-DAIŞ'ê de fikr û ramanên xwe gotin.