Li Berlîn, Zurîch û Rennesê pîrozbahiyên Cejna Vejînê
Li bajarên Berlîn, Zurîch û Rennesê, salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Li bajarên Berlîn, Zurîch û Rennesê, salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
Li bajarên Berlîn, Zurîch û Rennesê, salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hate pîrozkirin.
BERLÎN
Cejna Vejînê li Berlînê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest-Dan ve hate lidarxistin bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir.
Di pîrozbahiyê de li sînevîzyona li ser damezrandina PKK'ê hate temaşekirin.
ZURÎCH
Salvegera 42'emîn a damezrandina PKK'ê li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê ji aliyê Kurdistaniyan ve bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê hatin hildan. Bi navê KCDK-E'yê siyasetmedar Serhat Agirî axivî û got, "PKK bi felsefeya Rêberê me Abdullah Ocalan veguheriye tevgereke gelan. Li çar parçeyên Kurdistanê em ê xwedî li paradîgmaya Rêberê xwe derkevin. Em ê barbarî û faşîzma li dijî gelê Kurd têk bibin. Em ê dawî li dagirkeriya li ser Kurdistanê bînin û Rêberê xwe azad bikin."
Piştî axaftinan meşale hatin vêxistin. Hunermendên TEV-ÇAND a Swîsreyê jî derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
RENNES
Salvegera damezrandina PKK'ê bi coşeke mezin li bajarê Rennes ê Fransayê hate pîrozkirin.
Piştî muzîkê pîrozbahî bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "Vive le PKK" bi dawî bû.