Li Berlîn û Hannoverê daxwaza azadiya Ocalan hate kirin

Kurdistaniyên li paytexta Elmanya Berlînê tevlî pîrozbahiyên 1'ê Îlonê bûn. Li Hannoverê ji mîtînga 'Ji Ocalan re Azadî' hate lidarxistin.

Li paytexta Elmanya Berlînê, sendîka, saziyên şoreşger û rêxistinên aştiyê bi mîtîngekê 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê pîroz kirin.

Mîtîng li Brandenbûrger Tor hat lidarxistin. Kurd di bin pêşengtiya NAV-DEM'ê de bi sembolên neteweyî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî mîtîngê bûn.

Di dema mîtîngê de polîsên Elman sembola Tevgera Jinên Kurd weke hincet nîşan da û 3 Kurdistaniyên ku yek ji wan jin e binçav kir. Di mîtîngê de ji aliyê nûnerên saziyan ve bêtehamûla li dijî sembol û rengên Kurdan hate şermezarkirin. Piştre çalakgerên ku hatibûn binçavkirin, hatin berdan.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi boneya 1'ê Îlonê roja Aştiya Cîhanê di bin pêşengtiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) mîtînga 'Ji Ocalan re Azadî' hate lidarxistin.

Mîtînga ku li navenda Honnberê pêkhatî de pankarta mezin a bi nivîsa 'Ji Ocalan re azadî' hate vekirin û çalakgeran bê navber dirûşmeyên dilsoziyê berz kirin û tecrîda li ser Ocalan û gelê Kurd protesto kirin.

Di çalakiyê de Hevserokê NAV-DEM'ê Tahîr Koçer û Hevseroka NCDK'Ê Ciwan Çewlîk axivîn.

Di çalakiyê de belavokeke ku bi manşeta "Cihê bûyerê Kurdistan e" (Tatort Kurdistan) hate xwendin û fabrîqeya tangan a ku li Rehîn Metal wê li Tirkiyeyê ava bike jî hate prostestokirin.