Li Berlîn, Gîessen û Dortmundê ji bo Efrînê çalekî

Li paytexta Elmanya Belînê û bajarên Gîessen û Dortmundê bi banga TJK-E bi hezaran kes kombûn û bi diruşmên “Her cih Efrîn e, her cih berxwedane ” meşek lidar xistin.

Bi hezeran kes bi banga Tevgera Jinên Kurd yên Ewropa (TJK-E), êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê protesto dikin.

BERLÎN

Li paytexta Berlîn a Almanya, bi tevilbûna sedan kes bi diruşmûn “Her cih Efrîn e, her cih berxwedan e” û “Efrîn ne bi tenê ye” meşek hat lidarxistin.

Di mîtîngê de wêneyên kesên di êrîşa Tirk a dagirker de hatî qetil kirin hatin hilgirtin û diruşmên “Terorîst Erdogan”, “Efîn wê bibe gora Faşîzmê” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin.

GIESSEN

Li bajarê Gîessen ê Almanya meşek û mîtîngek hat lidarxistin. Meşê ji Berlînerplatz destpê kir heta Dîrchenerplatzê dom kir. Kurdistanî û dostên wan ênl i Gîesen, Wetzlar, Marbûrg, Sîegen û Lîmûrgê dijîn jî tevlî bûn. Di tevahiya meşê de li gel dirûşmên dilsoziya bi YPG/YPJ’ê re dirûşma “Bijî Berxweda Efrînê” jî hate qîrkirin. Mîtîng, piştî axaftinên li ser navê saziyan hate kirin û şûnde bi dawî bû.

DORTMÛN

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê ji bo Efrînê Kurd û dostên wan dîsa li qadan bûn.

Bi hezaran Kurdisanî û dostên wan ên li pêşiya HBF’ê kom bûn mîtîngeke lidar xistin

Di mîtînê de dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Efîn ne bi tenê ye”, “Bijî YPG/YPJ” û “Hikûmeta Elman piştgiriya bi Tirkiyeyê re bi dawî bike” hatin qîrkirin. Di axaftinên li ser navê komîteyê hate kirin de jî hate gotin ku bila her kes bi ruhê Kobanê xwedî li berxwedan Efrînê derbikeve.