Li Bergenê komkujiya Parîsê hate şermezar kirin

Li Bergenê komkujiya Parîsê hate şermezar kirin

Li bajarê Bergen yê Norweçê komkujiya Parîsê hate şermezar kirin. Di mitîngê de hate xwestin ku, ji sazûmankara PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwana Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileyê de li Parîsê hatibûn qetilkirin, demek ji demekê zûtir kujer bêne peyda kirin. Kurdistaniyên ku komkujî şermezar kirin, pêwîste di demek kurt de kujer bên dîtin.

Nêzî 100 Kurdistanî tevlî mitînga li Torgealmendîngen ya li Bergenê hate durist kirin bûn. Di axaftinên mitîngê de dewleta Fransa û Tirk hatin şermezar kriin. Xwestin di demek zûde kujer bên peyda kirin.