‘Li ber xwe bide Kobanê, Kadikoy bi te re ye’
‘Li ber xwe bide Kobanê, Kadikoy bi te re ye’
‘Li ber xwe bide Kobanê, Kadikoy bi te re ye’
Ciwanên HDP/HDK’yî bi armanca piştgiriya ji berxwedana Kobanê re û şermezarkirina êrîşên faşîst meşek li dar xistin.
Ciwanên bi banga Meclîsa Ciwanan a Kadikoy a HDK’ê hatin gel hev bi dirûşmaya, “Li ber xwe bide Kobanê, Kadikoy bi te re ye” meşiyan, her wiha ciwanan ragihandin ku wê rê nedin rêxistinbûna faşîst a li navçeyê zêde dibe.
Ciwanên li Altiyol hatin gel hev pankarta, “Em ê destûr nedin faşîzm û çetetiya li Kadikoy û li Kobanê jî destûr nedin DAIŞ” a bi mohra Meclîsa Ciwanên Kadikoy a HDP/HDK’ê vekirin. Ciwanan bi dirûşmayên xwe firotina tiryakê û çetetî şermezar kirin.
Ciwanên ji Caddeya Bahariye heta Taxa Caferaga meşiyan, careke din hatin Altiyol. Firat Kinali yê li ser nave Meclîsa Ciwanan daxuyanî da, bal kişand ser rêxistinbûna xebatên çetetiyê û faşîst ên li Kadikoy.
Kinali da xuyakirin ku wek ciwanên Kadikoy ên HDP/HDK’ê wê li Kadikoy destûr nedin pêkhateyên faşîst.
Kinali di dewama axaftina xwe de got ku AKP piştgiriyê dide çeteyan û têkildarî êrîşên dijî Kobanê wiha axivî: “Eger em li dijî Kobanê bêdeng bimînin îxtîmal heye ku DAIŞ bikeve Tirkiyeyê jî. Em bang li ciwanên gelên bindest û Tirk dikin li hemberî van çeteyên ku dixwazin Kobanê bifetisînin bi gelê Kurd re bi têkoşîna hevpar tevlî berxwedana Kobanê bibin û em wan dawetî ber sînorê Rojava dikin.”
Çalakî bi dirûşmayan bi dawî bû.