Li ber Navenda Giştî ya NY çalakiya ji bo Kobanê

Li ber Navenda Giştî ya NY çalakiya ji bo Kobanê

Li ber Navenda Giştî ya NY a li New York Kurdistaniyên hatin gel hev bal kişandin ser êrîşên li hember Kobanê.

Endamên Komeleya Kurd a Amerîkan ku hatin ber avahiya Navenda Giştî ya NY ku têde civînên giştî yên asta jor a Dema  69. a Desteya Giştî pêk tên, êrîşên çeteyên DAIŞ ên li dijî Kobanê bi çalakiyekê şermezar kirin.

Li ser navê komê Mehmet Fîdan diyar kir li dijî Kurdan qirkirinek pêk tê û xwest hêzên navneteweyî ji vê rewşê re bêdeng nemînin. Fîdan got ku eger êrîşên çeteyên DAIŞ neyên rawestandin wê rê li ber encamên ku di dîrokê de sererastkirina wan ne mimkun e veke. Fîdan ji NY û civaka navneteweyî xwest ku bêdengiya xwe xera bikin.

Xwepêşandana ku jin û zarok jî tevlî bûn pankartên “Dawî li terora DAIŞ bîne”, “Piştgiriyê bide Kurdên li Kobanê” vekirin.