Li ber kûleya Eyfelê çalakiya ‘ji Ocalan re azadî’
Kurdistaniyên li Parîsê, ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û ji bo azadiya Wî bixwazin li ber kûleya Eyfelê çalakî kirin.
Kurdistaniyên li Parîsê, ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û ji bo azadiya Wî bixwazin li ber kûleya Eyfelê çalakî kirin.
Bi pêşengiya Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) şevê dî saet 21.30’î li ber kûleya Eyfelê ya Parîsê Kurdistanî civiyan, bi tîrêjên lazerê ‘Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû’ nivîsîn, pankart û flamayên ku wêneyên Ocalan li ser bûn rakirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Ocalan.
Dema çalakiya li ber kûleya Eyfelê, ku baraneke xweş dihat, turîstên derdorê pêwendiyeke baş nîşanî çalakiyê dan. Di çalakiyê de danezan li ser tecrîda li ser Ocalan hatin belevakirin.
Di çalakiyê de Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê Vedat Bîngol axivî û got, ‘’Ev nêzî 2 salan e ku em ji Rêbertiya xwe ne agahdar in, di kîjan şertan de dijîn û rewşa tendirustiya wî çawa ye em pê nizanin. Dewleta Tirk a faşîst bi tecrîdê, di ser şexsê Rêbertiya me de dixwaze vîna civakekê bişkîne, em ê ti caran destûra vî tiştî nedin.’’
Çalakî bi dirûşma ‘Bê Serok Jiyan nabe’ qediya.