Li ber Girtîgeha Şakranê protesto

Li ber Girtîgeha Şakranê protesto

Endamên TAYD-DER'ê yên Îzmîrê bi armanca şermezarkirina tundiya gardiyanan a li dijî 11 girtiyan li ber 2'emîn Tîpa T a Şakranê çalakî li dar xistin û wiha gotin: "Em hikûmeta AKP'ê vedixwînin ku pirsgirêkên girtiyan çareser bikin. Heke dê berpirsyarê hemû geşedanên nebaş hikûmete."

Endamên TAYD-DER'ê yên Îzmîrê li ber 2'emîn Tîpa T a Şakranê bi armanca şermezarkirina îşkenceya gardiyanan ya li dijî 11 girtin daxuyanî da çapemeniyê. Dayîkên Aştiyê yên Îzmîr û Cizîrê û gelek xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyêbûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Li hemberî tecrîdê nobeta azadiyê" hate vekirin û dowîzên "Bijî berxwedana zindana" û "Girtiyên şoreşger rûmeta me ye" hatin vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hatin qîrîn.

Piştî rêzgirtin Serokê TAYD-DER'ê Dunyamali Ariç daxuyanî xwend û diyar kir ku, li girtîgehên Tirkiyeyê gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk tên û wiha got: "Bi taybet li Girtîgeha Şakranê gelek binpêkirinên mafên mirovan pêk tên. Girtîgeh vêgêrandine wargeha komkirinê."

Ariç anî ziman ku, dê li hemberî hemû bêrûmetiyên li dijî girtiyan pêktên rawestên û wiha axivî: "Em hikûmeta AKP'ê vedixwînin ku bilez pirsgirêkên girtiyan çareser bikin. Heke dê berpirsyarê hemû geşedanên nebaş hikûmet ."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.