LI Bensheîm, Koln û Montpellîerê ji bo Ocalan çalakî

Ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Koln û Bensheîm ên Elmanya û bajarê Montpellîer ê Fransayê çalakî hatin lidarxistin.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa, ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek lidar xistin.

Di çalakiya saet navbera 17:00-19:00’an de hate lidarxistin, bê navber dirûşmên “Ji bo Ocalan azadî” hate qîrkirin û belavok hatin belavkirin.

Di axaftinên li ser navê FEDA’yê hate kirin de, hate diyarkirin ku Ocalan tim li gel mazlûman cih girtiye, hate destnîşankirin ku jiyana xwe tev ji bo azadiya gelê Kurd daye.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku divê Elewî îro xwedî li Ocalan derbive û wiha hate gotin: “Ji niha û şûnde em ê li gel Ocalan û gelê Kurd ê mezlûm cih bigirin.”

BENSHEÎM

Li bajarê Bensheîm ê Elmanyayê jî çalakiya nobedê ya 5 rojan ji bo ewlehî û tenduristiya Ocalan hatibû lidarxistin, îro bi mîtîngekê bi dawî bû.

Çalakiya ku girseyê her rojê di navbera saetên 10:00 heta 17:00’an lidar dixist de, bi sedan belavok hatin belavkirin. Di mîtînga hate lidarxistin de jî, banga hê xurtir tevlî çalakiyan bibe hate kirin.

MONTPELLÎER

Li bajrê Montpellîer ê Faransayê ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Antîgonê stand hate vekirin, belavok hatin belavkirin.

Kurdên li Montpellîerê diyar kirin ku heta agahiyekê ji Ocalan bigirin wê çalakiyên xwe bidomînin.