Li Bedlîs û Mûşê komîsyonên şopandinê hatin avakirin

Li Bedlîs û Mûşê komîsyonên şopandinê hatin avakirin

Li Bedlis û Mûşê ji bo şopandina vekişîna gêrîlayên HPG'ê, komîsyonên şopandinê yên ku ji nûnerên saziyên sivîl ên civakî pêk tên hatin avakirin.

Piştî KCK'ê di 25'ê Nîsanê de daxuyanî da û biryar dan ku hêzên xwe yên HPG'ê ji 8'ê Gulane ve dest bi vekişînê kir, Piştî vekişînê koma destpêkê ya ji 15 gêrîlayên HPG'ê pêk dihat gihişt Herêma Parastina Medya û îro jî koma ku ji 17 gêrîlayan pêk dihat gihişt Herêmên Medyayê.

Li aliyê din ji bo şopandina pevajoyê komîsyonên çavdêriyê tên avakirin. Di pêşengiya Nûnertiya ÎHD'ê ya Bedlisê de ji endamên Platforma Azadî û Mafên Wekhevî û Aştiyê ya Bedlisê (BÎTLÎS-BEHOP) komîsyona şopandinê hat avakirin. Komîsyona şopandinê pişti hat avakirin li ber Nûnertiya ÎHD'ê ya Tetwanê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerê îHD'ê yê Bedlisê Hasan Ceylan diyar kir ku, ji bo ev pêvajo bi tenduristî pêş bikeve divê berî her tiştî mafê jiyanê bê parastin.

Ceylan anî ziman ku, ew şahidiya pêvajoya dîrokî dikin û wiha got: "Ji bo pirsgirêka Kurd di nava aştî û edaletê de çareser bibe em di nava hewldanan de ne. Em ji bo mafê jiyane bê parastin vê komîsyonê ava dikin."

Ceylan da zanîn ku, ji bo gêrîlayên HPG'ê bi silameti vekişin û mafê jiyanê bê parastin dê di nava hewldan û çavdêriyan de bin û wiha got: "Ji bo mafê jiyanê yên endamên PKK'ê û leşkeran bê parastin em dê çavdêriyê bikin. Ger ku şaşiyek biçûk çêbibe dê keda milyonan kesan vala biçe. Ji bo vekişîn bi ewle û tenduristî pêk bê em dê "Nobetên Aştiyê" bigirin. Heta ku vekişîn bi dawî bibe em dê li ser peywirê bin. Em dê liv û tevgera leşkerî, cerdevan û tîmên taybet bişopînin. Hemû tiştên ku rê li peş talûkeyê vekin em dê li hemberî wê rawestin."

LI MÛŞÊ JÎ KOMÎSYONA ŞOPANDINÊ HAT AVAKIRIN

Li Mûşê jî bi heman armancê komîsyona şopandinê hat avakirin. Komîsyon ji endam û rêveberên saziyên sivîl ên civakî hat avakirin. Piştî komîsyon hat avakirin endamên komîsyonê li Baroya Mûşê kom bûn. Serokê Şaxa ÎHD'e ya Mûşê Saîm Atilgan nûnerên platforma saziyên sivîl ên civakî amade bûn.

Di civinê de hat diyarkirin ku, pêşniyarên ku Nobta Aştiyê û Konê çarseryê vekin jî heye û dê her kes li vonan xwe bîne ziman. Dîsa hat xwestin ku hemû kesên aştiyê dixwazin alên sipî bi şibakeyên xwe vekin. Hat diyarkirin ku, Komîsyona Çavdêriyê ji 5 saziyên sivîl ên civakî pêk tê û di 16'ê Gulanê de li ber Şaredariya Mûşê dê daxuyaniyê bide çapemeniyê.