Li Başûrê Kurdistanê dijberiya Êzidiyan zêde dibe!

Li Başûrê Kurdistanê dijberiya Êzidiyan zêde dibe!

Di encama lêkolînek li Washîngtonê hat kirin de hat ragihandin ku li Başûrê Kurdistanê pêleke dijayetiya bawerdarên Êzidî destpê kiriye.

Li gorî malpera BasNews, lêkolînerê ji Sûriyê Dr. Mehmûd Ebas yê li Washîngtonê, di encama lêkolîneke xwe de bal kişand ser metirsiya destpêka pêleke tekfirî ya Wehabî li Başûrê Kurdistanê, ku destpêka wê bi dijayetiya bawerdarên Êzidî destpê dike.

Dr. Ebas ji desthilatdarên herêmê xwest vê xeteriyê bibîn û ji bo çareserkirina vê rewşê fikra şaş û kesên wek mamosteyên olî û kesayetiyên naskirî yên olî ku dijatiya olên din dikin, ceza bikin.

Li gorî Dr. Mehmûd Ebas, ol di pêkhateya Netewî ya Kurdî de ne karektereke girîng bûye, berevajî vê karektera lawazkirina Kurdan bûye. 

Dr. Ebas destnîşan dike ku Kurd di baweriya olî de qet nijadperest û radîkal nebûne, dibe ku hertim rêbazên Sofîgeriyê esas girtine, ku ev yek li dijî hemû awayên nijadperestane.

D idawiya lêkolînê de, Dr. Mehmûd wiha dibêje: ‘‘Fikrên ku dijayetiya Êzdiyatiyê dikin ji nezanî û bê agahî û neşarezatiya der barê vê olê û dîrok û şaristaniya Kurdan tê.’‘