‘’Li Başûr divê hişmendiya ku xwe li ser desthilatdariyê ava kirî biqede; kongreya neteweyî şert e’
Hevseroka Tevgera Azadî Şîlan Şakir li Kongreya 2. a Tevgera Azadî li Silêmanî axivî û got tekane rêya ku destketiyên Kurdan mîsoger dike kongra neteweyî ye.
ANF
SILÊMANÎ
pêncşem, 2 reşemiyê 2017, 11:17
Hevseroka Tevgera Azadî Şakir got, ‘’Kongreya me bi giyanê yekîtiya netewî wê rê li ber avakirina sîstema demokratîk veke. Ji bo ku krîz ali Başûrê Kurdistanê çareser bibe, divê hişmendiya ku xwe li ser desthilatdariyê û yek destiyê ava kirî bi dawî bibe.’’
Şakir diyar kir ku li dinyayê û Rojhilata Navîn krîzeke sîstemî tê jiyîn, şerê serweriyê yên hêzên serwer ên global di ser Rojhilata Navîn re tê birêvebirin û vê jî kiriye ku herêmê dîsa bike rojeva sereke ya dinyayê.
Şakir di axaftina xwe de got herêm û Kurdistan di guherîneke girîng a dîrokî re derbas dibin û wiha domand: ‘’Paşerojeke bi hezaran salan a hevpar a gel û baweriyên Rojhilata Navîn heye. Careke dî jî dixwazin vê bikin kana nakokî û şer û serweriya xwe biedilînin. Helbet dewletên herêmê di serwerkirina vê sîstemê de xwedan ristên girîng in. Lê divê neyê jibîrkirin ku di navvenda vê herêmê de Kurdistan heye û Kurd hene. Lê gelê Kurd bi têkoşîna xwe û bi hezaran şehîdên ku dayî, nîşan daye ku ku ti hêz nikare xwe di ser Kurdan re biqevizîne û li herêmê bibe serwer.’’
‘DESTHILATDARÎ NELIRÊTÎ Û NEHIQÛQIYÊ TÎNE’
Şakir diyar kir ku ew weke Tevgera Azadî hewl didin ku li Başûrê Kurdistanê siyaseteke demokratîk sazkar bibe û wiha domand:
‘’Sîstem û siyaseta ku em dixwazin bikin, xwe dispêrê siyaseta demokratîk û netewî. Ji bo vê jî, ji bo ku krîza li Başûrê Kurdistanê çareser bibe divê hişmendiya ku xwe dispêrê desthilatdariyê û yekdestiyê bi dawî bibe. Ji ber ku li kûderê desthilatdarî hebe li wir nelirêtî, neheqî heye. Avaniyeke dij-demokratîk ava dibe. Li deverekê ku sîstemeke dij-demokrasî sazkar be li wir neheqî çêdibin, hemû civak tê tepisandin û mêtin.
Ji bo vê em weke Tevgera Azadî dixwazin bibêjin, divê sîstema Başûrê Kurdistanê demokratîk bibe û li dijî dagirkerên Kurdistanê divê siyaseteke netewî berz bibe. Di vê kongra xwe de mijare sereke ya ku em ê guftûgo bikin ev e.’’
HIŞYARÎYA, ‘’EM Ê JI DEST VE BERDIN’
Şakir bal kişande ser mijara kongra netewî ku li çar parçeyên Kurdistanê bûye rojeva sereke û got: ‘’Dîsa ji bo ku krîza berdest û rewşa parçeyî çareser bibe kongra netewî divêtiyek e. Heke em di qonaxeke wiha ya girîng de li hev rûnenin û kongra netewî pêk neyînin, ew talokeya ku em destketiyên ku bi berdêlên mezin hatine bidestxistin ji dest berdin. Kongra me ya 2’yan li ser vê zemînê wê nîqaşan bike û armanc bike ku encamên girîng bi dest ve bîne.’’