Li Baselê tecîrda li ser Ocalan hate protestokirin

Li bajarê Basel ê Swîsreyê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Gelek Kurdistanî beşdarî çalakiya ku di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê bûn.

Çalakaiya di pêşengtiya jinan de pêk hat; kon hate vedan û belavokên ku rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tîne ziman hatin belavkirin. Çalakî bi dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrikirin bi qasî 3 saetan dom kir.

Li qadê û bi kon ve wêneyê mezin ê Ocalan hate bilindkirin. Di çalakiya alên PKK’ê, YPG/YPJ’ê hate bilindkirin de, bi boneya salvegera Berxwedana 19’ê Tîrmehê ya Şoreşa Rojava jî daxuyaniyek hate dayîn.