Li Baselê protestoya Farqîn û Parîsê
Terora dewleta Tirk a 12 rojan li navçeya Amed Farqînê kir, li bajarê Swîsre Baselê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku lenet li AKP û Erdogan hat anîn de, komkujiya li Parîsê jî hat protestokirin.
Terora dewleta Tirk a 12 rojan li navçeya Amed Farqînê kir, li bajarê Swîsre Baselê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku lenet li AKP û Erdogan hat anîn de, komkujiya li Parîsê jî hat protestokirin.
Terora dewleta Tirk a 12 rojan li navçeya Amed Farqînê kir, li bajarê Swîsre Baselê bi meşekê hat şermezarkirin. Di çalakiya ku lenet li AKP û Erdogan hat anîn de, komkujiya li Parîsê jî hat protestokirin.
Li Baselê, bi sedan kesên bi pêşengiya Ciwanên Azad civiyan, terora dewleta Tirk a li Farqînê şermezar kirin. Çalakiya li Basel Dreîrosenparkê destpê kr, li Theaterplatzê bi dawî bû. Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DEM-KURD), MLKP, Federasyona Karkerên Koçber li Swîsreyê (ÎGÎF), MUB, Tevgera Ciwanan a Swîsreyê Antîfa, ji BASTA Ûrs Muller, ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê (SP) Ûrsûla Metzger û dostên Kurdan destek dan çalakiyê.
Pankarta bi nivîsa "Terora AKP'ê bisekinîne", "Bijî Berxwedana li Farqînê" hat vekirin û dirûşmên Kujer Erdogan ji Kurdistanê bicehime", "Terorîst dewleta Tirk" û "Bijî Serok Apo" li kolanên qelebalix ên Baselê deng vedan. Ciwanan li ser terora dewletê ya li Farqîne belavok belav kirin û banga hişyariyê li raya giştî kirin. Piştî meşê li Basel Theaterplatzê daxuyanieyk ji çapemeniyê re hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser komkujiyên ji aliyê Erdogan û dewleta Tirk ve tên kirin û hat destnîşankirin, ku divê ev komkujî tavilê bên sekinandin.
DEMÎR: EW Ê WEKE SIYASETMEDARÊN QETLÎAMKER CIHÊ XWE DI DÎROKÊ DE BIGIRIN
Li aliyê din, di axaftinên li çalakiyê hatin kirin de komkujiya li Parîsê hat şermezarkirin û ji gelê li wê derê re sersaxî hat xwestin.
Li ser navê DEM-KURD'ê Mûstafa Demîr mafê axaftinê girt û got, "Em her roj bi agahiya komkujiyeke din hişyar dibin. Feraseta ku niha li Farqîn, Pirsûs, Amed, Bakurê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê komkujiyan dike, duh êvarê li Parîsê mirovên bêguneh qetil kir. Hêzên ku van komkujiyan dikin dewleta AKP'ê û hevalbendê wê yê yekane barbariya DAIŞ'ê ye."
Demîr bang li raya giştî ya cîhanê kir û diyar kir ku divê cîhan hemû zîhniyet û barbariya AKP'ê baş fêm bike û li gorî wê tevbigere. Demîr bal kişand ser komkujiya li Parîsê û got, "Yên ku li Parîsê komkujî kirin, ew û hevalbendên wê ye. Girîng e dewletên Ewropayê têkiliyên xwe yên bi dewleta AKP'ê re ji nû ve binirxînin û li cem gelê Kurd, sosyalîstên Tirkiyeyî û gelên mezlûm ên li Rojhilata Navîn cihê xwe bigirin. Di rewşeke berevajî de mîna hikûmeta AKP'ê û rejîma Erdogan ew ê ji van komkujiyan berpirsyar bên dîtin. Em ê ti carî nebin amûrek ji polîtîkayên te yên qirêj, ji êrîşên te yên faşîzan. Ev ê mîna siyasetmedarên qetlîamker cihê xwe di nava dîrokê de bigirin."
Mîtîng bi qîrîna dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.