Li Baselê pêkanîna cilên yek rengî hate protestokirin
Pêkanîna cilên yek rengî ya li hember girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dixwazin bidin sepandin, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi mîtîngekê hate protestokirin.
Pêkanîna cilên yek rengî ya li hember girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê dixwazin bidin sepandin, li bajarê Basel ê Swîsreyê bi mîtîngekê hate protestokirin.
Li ser banga Platforma Piştgiriya bi Girtiyên Şoreşger a Swîsreyê re îro li Qada Claraplatz bi dehan kesên kom bûn pêkanîna “Cilên yek rengî” ya li hember girtiyên siyasî yên li girtîgehên faşîzma AKP-MHP’ê dixwazin bisepînin, bi mîtîngeke û daxuyaniyeke çapemeniyê protestokirin.
Di axaftinên hatin kirin de ev tişt hate gotin: “Li Tirkiyeyê dewleta Faşîst, li zindanan li girtîgehan di serî de li hember şoreşger, rojnaevan, rewşenbîr, parlemeter û hemû beşên demokrat û girtiyên zana dest bi êrîşên nû kirine. Ligel zext û êşkenceyên sîstematîk, pêkanînên mîna nedana rojname, pirtûk û nameyan, qedexekirina hevdîtinan a mafê herî bingehîn xespkirin, dîsa derman nekirina girtiyên nexweş bi salane dewam dikin. Niha jî xwe ji êrîşa ‘Lixwekirina cilên yek reng’ re made dikin.”
Çalakî piştî axaftinan û şûnde belavoka bi zimanê Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin. Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.