Li Baselê civîna gel
Li Swîsreyê li bajarê Baselê civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de di serî de tecrîd pêşveçûnên siyasî hatin nirxandin.
Li Swîsreyê li bajarê Baselê civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de di serî de tecrîd pêşveçûnên siyasî hatin nirxandin.
Li Swîsreyê li bajarê Baselê bi beşdariya Hevberdekê HDK’ê yê Ewrûpayê Demîr Çelîk civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşveçûnên siyasî yên li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Di civînê de Demîr Çelîk axivî û got “Bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re faşîzma AKP û MHP’ê êrîşî têkoşîna gelê Kurd dike.”
Çelîk diyar kir ku tu hêz nikare li ber têkoşîna Kurdan bisekine û piştî 7’ê Hezîranê AKP û MHP’ê têkçûn qebûl nekirin û bi polîtîkayên qirkirinê Kurdistan rûxandin.
Piştî axaftina Çelîk civîn bi pirs û bersivan domiya.