Li Baselê Şehîdên 14'ê Tîrmehê hatin bibîranîn
Kurdistaniyan li bajarê Swîsre Baselê Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê û Çekdar Mûnzûr bi bîranîn.
Kurdistaniyan li bajarê Swîsre Baselê Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê û Çekdar Mûnzûr bi bîranîn.
Endamê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) Heval Vurgeç (Çekdar Mûnzûr) di şerê 30'ê Gulana 2017'an de li Taxa Mezopotamya a girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê piştî birîndariya xwe ya 2 rojan jiyana xwe dest dabû.
Li bajarê Swîsre Baselê bi tevlîbûna malbata wî û gelek beşdaran merasîma biranînê hat lidarxistin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo kesên ku di Têkoşîna Azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, sînevîzyona ku ji wêneyên Çekdar Mûnzûr pêk dihat, hate temaşekirin.
Piştre nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveberiya KCK'ê Cemîl Bayik a li ser yek ji kadroyên pêşeng yê PKK'ê Kemal Pîr hat xwendin.
Di merasîmê de dirûşmeyên 'Şehîd Namirin' hatin berzkirin. Li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan û Meclîsa Jinan a Ronahî axaftin hatin kirin.
Di aktivîteya biranînê de Hêvî Sorxwîn (Şukran Kaçar) û Nûda Mereş (Turkan Yuksel) jî hatin bibîranin.