Li Basel û Tîcîno deh hezar dil bûne yek: Efrîn ne bi tenê ye!
Li Baselê deh hezar mirov ji bo Efrînê meşiyan û peyama “Efrîn ne bi tenê ye“ dan. Li Kantona Swîsre Bellîzona jî çalakiyeke girseyî pêk hat.
Li Baselê deh hezar mirov ji bo Efrînê meşiyan û peyama “Efrîn ne bi tenê ye“ dan. Li Kantona Swîsre Bellîzona jî çalakiyeke girseyî pêk hat.
Di çalakiya ku hêrsa mirovan li hember dewleta Tirk xurt bû, ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah got “Li Kobanê em ê DAIŞ’ê û li Efrînê xwediyê DAİŞ’ê dewleta Tirk biqedînin. Ehmeqno! Binerin li dîroka me binerin wê baş bizanibin ku wê Kurd têk neçin.”
Li gelek navêndên cîhanê îro bi milyonan mirov ji bo protestokirina hewldana dewleta Tirk a dagirkerinê li qadan bûn. Navenda çalakiyên Kurdistaniyên li Swîsre dijîn û dostên wan Basel bû. Li Baselê nêzî deh hezar kes bi meş û mitîngekê berxwedana Efrînê silav kirin. Tevger û nunerên Tirkiyê, Kurdistanê, Swîsrî piştgirî dane çalakiyê. Wekî din ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah, Parlemeterên Partiya Sosyalîst ê Kantonan Mustafa Atici, Edîbe Golgelî û wekîlên Swîsrî jî bi tevlîbûna xwe piştgirî dan.
Li parka Claralatz bi pankartên Erdogan û dewleta Tirk şermezar dikirin û berxwedana Efrînê silav dikirin bi deh hezaran kes li hev civiyan. Girse ji vir heta Barfusserplatz meşiya. Di meşê de alên YPG, YPJ û PKK’ê, posterên Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan, dowizên bi nivîsên “Erdoganê Kujer”, “Terorîst Tirkiye” û wêneyên qetliyaman hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê”, “Efrîn ne bi tenê ye” hatin qîrîn.
‘LI EFRÎNÊ DÎROK TÊ NIVÎSANDIN‘
Piştî meşê mitîngek pêk hat. Di mitîngê de pêşî ji fermandarên YPJ’ê Nesrîn Abdullah peyivî û got: “Ber gûmana kesî nebe. Li Efrînê ciwanên Kurd dîrokê dinvîsin. Li Efrînê şerê azadiyê diqewime û em ê biserbikevin.”
Nesrîn Abdullah li hember bêdengiya hêzên navnetewî û Netewên Yekbûyî nerazîbûn nîşan da û got: “Behsa demokrasiyê, mafên mirovan dikin. Le belê dema mijar Kurd in, tiştekî nabhîsin û bêdeng dimînin. Em jî dipirsin. Demokrasiya we li ku derê ye? Mafên we yên mirovan li ku dimînin? Heke namusa wan hebûya, îro li Efrînê zarol tênê kuştin û wê pêşî lê bigirta. Welatên xwe demokrat nîşan didin ber baş bizanibin ku em ne şervanên kesî ne. Em şervanên azadiya mirovahiyê û gelê xwe ne. Em ê şer bikin û biserbikevin.”
‘GELÊ ME LI PIŞTA ME, BER HERKES JI ME BITIRSE‘
Nesrîn Abdullah bibîr xist ku îro li gelek deverên cîhanê gel ji bo Efrînê daketine kolanan û got: “Heke gel hebe, vîna gelê Kurd li her derî xwe nîşan bide, wê demê ber herkes ji me bitirse. Erdogan ber ji me bitirse. Îro li Efrînê yên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin, vê sekna we ya bêhempa dîbîne û jê cesaretê digre. Li hember vê wêrektiyê kes nikare li pêşiya me bisekine.”
‘BILA HER KES BAŞ BIZEN EM BI RUHÊ KOBANÊ LI EFRÎNÊ NE’
Abdulah a got:“Bila tu kes ji bîr neke, jin û ciwanên li Kobanê li ber xwe dane îro li Efrînê li ber xwe didin. Eger ruhê me dibêje azadî, berxwedan û tolhildan bi vî ruhî em çeper û neiyan digirin, ji bo vê tu kes û ne jî tu hêz nikare me.” Wiha berdewam kir: “Bila hemû cîhan bizane, Em herêyên Arîn, Avesta û Erdalan in, ev 2 heftene Erdogan bi hemû hêza xwe ve êrîş dike, lê gavek bi pêş ve neavêtiye, çeteyên ku îro Erdogan şandin Efrînê yek bi yek tên tine dibin. Erdogan ketiye xeyala bikeve Efrînê, em jî dibêjin ku ehmeq ma te ji qet ji Kobanê ders negirt.”
Abdulah bir xist ku li Efrînê ji 7 salî heta 70 salî li ber xwe dide û got: “Me li Kobanê dawiya DAIŞ’ê anî, Efrîn jî wê dawiya xwediyê DAIŞ’ê bîne. Em carekî din va dibin; bila hemû cihan tev zanibe, em ê kesên ku azadî, aştî û jiyaên tine dikin ji niha û şûnde wê di nava aştiyê de nejîn.”
Axaftinên piştî Abdullah hatin kirin, êrîşên li ser Efrînê bi tundî şermezar kirin.Daxwaz kirin ku divê hêzên navneteweyî li dijî Tirkiye bikevin nava tevgerê. Hat diyarkirin ku kesên bixwazin bikevin Efrînê wê bên tinekirin. Di axaftinan de ev tişt hate gotin: “Efrîn rûmeta Kurdan e. Em ê li Efrînê li ber xwe bidin û qezenç bikin. Wê hesabê hemû qetlîaman bê pirsîn.”
Mîtîng piştî axftinên hatin kirin û şûnde bi yek dengî dirûşma “Bijî Berxwedana Efrînê” hate qîrkirin.
BELLÎZONA
Ji aliyê Tîcîno Kobanê-Komîteya Piştgiya Rojava Efrîn ve li Belîlînzona meş û mîtîngeke ya piştgira bi Efrînê re lidar xistin. Di mîtîngê de li ser navê Komîteya Piştgiriyê Prof. Franco Cavallî axivî. Cavîllî diyar kir ku gelê Kurd bi tenê hate hiştin û destnîşan kir ku YE û Swîsre li dijî qetlîaman bêdeng in û got: “Em ê tim cih li gel gelê Kurd bigirin. Gelê Kurd çawa li Kobanê bi ser ket wê li Efrînê jî qezenç bike.”
Meşa piştgiriya bi Efrînê re di saet 15:00’an de li pêşiya Pastexaneya Bellînzona destpê kir. Kurd û dostên xwe yên ku heta pêşiya avahiyê parlemetoyê meşiyan li vir mîtîngek lidar xistin. Di meşê de bi Îtalî dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Qatil Erdogan destê xwe ji Efrînê vekişîne” , “ISIS Erdogan” û “Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê” qîr kirin.
Di mîtîngê de li ser navê komîteya Tîcîno Kobanê-Komîteya Piştgiya Rojava Efrîn Prof. Frnaca Cavallî axiv û wiha got: “Ji bo tevlî vê mîtînga piştgiriya bi gelê Kurd re bûme kêfxweş im. Îro rojeke kirîtîk e. Sivîl tên qetilkirin. Welatên YE li dijî van qetlîaman bêdengiya xwe didomînin. Divê hikûmeta Swîsre bi cesaret rabe û bikeve nava hewldanan. Divê Wezîrê Karê Deve yê Swîsreyê bi vê mijarê ve têkildar bibe.
Cavallî bêdengiya YE ya li hember Efrînê şermezar kir û got: “Divê her kes van qetlîam û şerî bibîne. Raya me ya giştî jî di vê mijarê de bêdeng e. Tv û radyoyên me di vê mijarê de weşanê nakin. Pêwîstiya van kanalan bi me heye. Divê em van mijaran bi gel bidin ronîkirin.
Cavallî bibîr xist ku gelê Kurd di nava şert û mercên zor û zehmet de li ber xwe didin û got: “Tirkiye li dijî gelê Kurd çekên NATO bikar tîne. Kurd ne tenê li hember Tirkiye li hember çekên NATO yê li ber xwe dide. Gelê Kurd çawa li Kobanê bi ser ket wê li Efrînê jî qezenç bike. Wê gelê Kurd li vir bi ser bikeve. Ez bi hêvî me. Bijî gelê Kurd. Bimre Erdogan.”
Mîtînga ku piştre bi stran û helbestan dom kir dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Faşîst Erdogan” û Bijî berxwedan YPG/YPJ’ê “ hatin qîrkirin.