Li Basel û Mannheîmê civînên bîranînê
Li bajarê Basel ê Swîsreyê û li Mannheîm ê Elmanyayê civînên bîranînê hatin lidarxistin.
Li bajarê Basel ê Swîsreyê û li Mannheîm ê Elmanyayê civînên bîranînê hatin lidarxistin.
Yek ji fermandarên MLKP/FESK’ê (Yekîneyên Bejahiya Kurdistanê) Huseyîn Akçîçek (Alîşêr Denîz) ku li Nurhak a Meraşê şehîd bû û gerîlayê PKK’ê Oguz Aksû, li bajarê Basel ê Swîsreyê hatin bîranîn.
Bîranîn li lokala Beksamê bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo Huseyîn Akçîçek, Oguz Aksû, Nûbar Ozanyan û Alî Çîçek dest pê kir. Piştî rêzgirtinê hate gotin, "Hevrê Huseyîn Akçîçek, Ogûz Aksû li dijî terora dewletê û li xaka ku faşîzm her roj xwe nîşan dide, rewşa herî xweşik, herî xwerû ya têkoşîna şoreşger û rêça xwefedakirinê careke din bi me dane jiyîn."
Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Ciwanên Azad û AGÎF’ê bernameyek hate çêkirin. Di bîranînê de Huseyîn Akçîçek, Argeş, Ednan Ebû Emced, Elî Çîçek û Huseyîn Kuluman hate bibîranîn.
Di bîranînê de Ciwanên Azad, YJK Elmanya, MLKP, KGO, Partîzan, Partiya Şoreşger û MKP’ê jî peyamên xwe dan.