Li Basel, Montpellier û Den Haagê çalakiyên li dijî qeyûman

Desteserkirina şaredariyên HDP'î li Den Haag, Montpellier û Baselê bi çalakiyan hate şermezarkirin.

Li bajarê Montpellier ê Fransayê, desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hate şermezarkirin.

Meşê ji Peyrou Pitot Parkê dest pê kir û heta meydana Comedie dom kir. Di dema meşê de belavokên der barê desteserkirina şaredariyan hatin belavkirin.

Her wiha nûnerên partiyên çep ên Fransayê jî tevlî çalakiyê bûn.

Piştre li meydana Comedieyê mîtîngek pêk hat.

DEN HAAG

Desteserkirina sê şaredariyên HDP'î li bajarê Den Haag ê Hollandayê hate şermezarkirin. Bi vê armancê li ber avahiya parlamentê kon hate vedan û der barê desteserkirina şaredariyan û polîtîkaya qeyûm belavok hatin xwendin û belavkirin.

BASEL

Li bajarê Basel ê Swîsreyê endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komîteya Rojava, li dijî darbeya qeyûm û êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Kurdistanê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de li dijî dewleta Tirk a ku operasyonên dagirkirinê dike, darbeya siyasî pêk anî dirûşm hatin qîrîn û belavokên der barê desteserkirina şaredariyan hatin belavkirin.

Di çalakiyê de her wiha der barê mijarê de daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin.