Li Bartinê di kana komirê de hezaz pêk hat

Li Bartinê di kana komirê de hezaz pêk hat

Li gundê Tarlaagzi ya Amasrayê di kaneke komirê de hezaz pêk hat. Ji karkerên Çînî yên ku di bin hezazê de man yek hat rizgaririn û du kes jî li benda rizgarkirinê ne.

Bûyera li Ermenek a Karamanê ku di kana komirê de çavkaniya vê teqiya û av ket galeriyê 18 karker asê man û bûyer hê di rojevê de ye, agahiyek hezaza li kanekê jî ji Bartinê hat. Li navçeya Amasra a Bartinê  li gundê Tarlaagzi di kanekê de di dema vekirina galeriyê de hezaz pêk hat 3 karkerên Çînî ku di bin hezazê de man yek hat rizgarkirin û ji bo rizgarkirina du kesan xebat didomin.

Li aliyê din hate hînbûn ku xebatkarên kanê yên Çînî piştî qezaya li Ermenekê ji bo tedbîrên ewlehiya wan bê zêdekirin bi rayedarên şîrketê re civîn kirine û daxwazên xwe anîne ziman.