Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn, pirsnameya Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Adîl Kurt a der barê xwekuştina leşkeran de bersivand û diyar kir ku li Bakûrê Kurdistanê di 22 salan de 372 leşkeran xwe kuştine.
Parlamanterê BDP'ê yê Colemêrgê Adil Kurt der barê bûyerên "întiharan" de pirsnameyek nivîskî da Wezîrê Navxweyî yê Tirk Îdrîs Naîm Şahîn.
Şahîn pirsname berisvand û bûyerên di salên 1990-2012'an de aşkere kir. Li gorî îstatîstikên Şahîn daneyên 22 salan wiha ne: 3 efser, 11 efserên jêr, 7 cendirmeyên pispor, 2 leşkerên pispor, 349 leşker, bi tevahî 372 xwe kuştin.
Li gorî daneyan herî zêde li Şirnexê xwekuştina leşkeran lê pêk hat û 49 leşker li vir xwe kuştin. Li Mêrdînê 31, li Dêrsimê 29, li Colemêrgê 22 xwekuştinên leşkeran pêk hatin.