Li Bakirkoyê bi hezaran kes ji bo aştî û demokrasiyê li hev civiyan

Li Kadikoyê ji bo ked û demokrasiyê, bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de bi hezaran kes li hev civiyan.

Bi hezaran kes li dijî polîtîkayên şer ên desthilatdariyê dengê aştî û demokrasiyê bilind kirin, her wiha êrîşa dagirkirina artêşa Tirk a li dijî xaka Rojava jî bi dirûşmêa “Dewleta dagirker ji Rojava der keve” hate protestokirin.

Mîtînga bi wesîleya Roja Aştiyê ya Cîhanê ku li Sûka Gel a Bakirkoyê ji aliyê Pêkhateya Hêzê ji bo ked û demokrasiyê hate lidaristin destpê kir. Mîtînga ku bi dirûşma “Li dijî faşîzim, darbekar û şer, em şatî û demokrasiyê dixwazin, bi hezaran kes qad tijî kirin. Li qada ku alên spî ku li ser ‘Aştî” hatî nivîsandin li ba dibe, pişît ku gel li nuqteyên lêgerînê tên meyzandin û şûn de dikevin qadê. Li qadê her wiha dowîzên ku li ser nivîsîn “Bijî Aştî”, “Niha Aştî”, “Êşkence Sûcê Mirovahiyê Ye”, “Jin Jiyan Azadî” “Ji Darvekirinê Re Na”, “Biratî”, “Wekhevî” û “Aştî” hatin bilindkirin. Li ser platfroma ku hatî danîn jî bi ekranên mezin “#NihaAştî” hatibû nivîsandin.

Di mitîngê de çalakvanan wêneyên Eylem Ataş û Azîz Guler ên li Rojava di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dabûn, ragirtin û dirûşmên wekî "Dewleta dagirker ji Rojava bicehme" berz kirin. Dîsa dirûşmên wekî "Bê Serok Jiyan nabe" tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Girseya li ber stranên bi zimanên kurdî, lazî, tirkî û ermenîkî govend gerandin, dîmenên rengîn ên gelan derketin pêş.

Mitînga ku gelek partî, sendîka û rêxistinên kedê beşdar bûn, dê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî bi axaftinekî beşdarî mitîngê bibe.

 

...