Li bajarê Doûarnenezê şahiya biratiyê ya penaberan
Li bajarê Doûarnenez ê li rojavayê Fransayê, ji bo bal bê kişandin ser rewşa penaberan şahiyek hate lidarxistin.
Li bajarê Doûarnenez ê li rojavayê Fransayê, ji bo bal bê kişandin ser rewşa penaberan şahiyek hate lidarxistin.
Şahî li meydana Marche des Hallesê saet di 10:00 de dest pê kir. Di serî de penaberên ji Başûrê Kurdistanê û welatên Afrîkayê, penaberên ji gelek welatan bi muzîk û dansa xwe tevlî şahiyê bûn.
Di çarçoveya kampanya "Stop Erdogan" de, ku ji aliyê Komeleya Piştgiriyê ya Fransa-Kurdistanê hate destpêkirin û Partiya Komunîst jî xwedî lê derket, dowîz li şahiya biratiyê hatin hildan û nerazîbûn li dijî Serokkomarê Tirk Erdogan hate nîşandan. Her wiha li ser zordariya AKP'ê ku polîtîkaya dîlgirtinê li dijî HDP'ê dimeşîne, zextê li çapemeniyê dike û polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin. Wekî din, afîşên Asli Erdogan û Necmiye Alpay hatin daliqandin.
Qisekeran dan xuyakirin, ku penaber, li welatê şer lê giran e dikevin nava lepên bazirganên mirovan û di nava şert û mercên gelekî giran de ji bo jiyaneke baştir berê xwe didin Ewropayê, lê belê li Ewropayê jî zehmetiyên nû derdikevin pêşiya wan. Qisekeran bal kişandin ser helwestên cihêkar û şikandina rûmeta mirovan ên li Ewropayê li dijî penaberan tên nîşandan û xwestin, Ewropa alîkariyê bi mirovên ji neçarî xwe lê girtine bike.
Li Doûarnenez û bajarên derdorê, gelek malbatên penaber ên ji kampên bajarê Calaîsê hatin derxistin, hene.
Şahiya biratiyê bi stranên komên muzîkê yên herêmî, dans û sînema li ser drama penaberan qediya.