Li Bafrayê êşkence li girtiyan kirin û dengê wan dan guhdarîkirin

Malbatên ku çûn hevdîtina vekirî ya xizmên xwe yên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê girtî ne, gotin ku piştî hevdîtinê êşkence li girtiyan hatiye kirin û ew bi xwe jî li salona hevdîtinê 45 deqeyan hatine kilîtkirin.

15 girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê di demên cuda de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê hatibûn kirin. Kesûkarên girtiyan, ji ber hevdîtina vekirî çûn serdana girtiyan ên li Girtîgeha Tîpa T a Bafrayê. 7 malbatên ji xizmên girtiyan diyar kirin, ku gardiyanan piştî hevdîtinê bi 45 deqeyan a li salona hevdîtinê kilît kirine û êşkence li girtiyan kirin. Malbatan nerazîbûn nîşanî vê yekê dan.

'45 DEQEYAN QÎRÎN Û HEWARA GIRTIYAN DAN GUHDARÎKIRIN'

Ji xizmên girtiyan Şermîn Îlgen a ku ji aliyê gardiyanan ve 45 deqeyan di salona hevdîtinê de hatin kilîtkirin, tişta ku di wan kêliyan de qewimî vegot. Îlgen got: "5 deqe mayî ji hevdîtina vekirî ya 45 deqeyan re gardiyana ji bo me gotin; 'hevdîtin qediya'. Li ser vê her kesî xatir ji xizmên xwe xwest. Piştî ku xatirxwestin bi dawî bû, hemû girtî ji salonê derxistin. Bi derxistina girtiyan re deriyê salonê li ser me kilît kirin. Di vê navberê de qîrîn û hewara girtiyan dihate guhê me. Êşkence li wan dikirin. 45 deqeyan qîrîn û hewara wan bi me dan guhdarîkirin. Me ji gardiyanan re gotin çi bû? Dema me gotin ev çi deng e, ti bersiv neda me. Têkildarî rewşa girtiyan me ti agahî negirtin, ji ber wan em bi fikar in."

'PIŞTÎ MEHEKE DIN HÛNÊ HEMÛ KINCÊ JI YEK RENGÎ LI XWE BIKIN'

Îlgen di dema hevdîtinê de têkildarî daxwazên şertên girtîgehê yên girtiyan jî agahî da. Îlgen destnîşan kir ku girtiyan diyar dikin, li girtîgehan zextê li wan dikin û li xwe kirina 'kincê ji rengekî' li ser wan ferz dikin û got: "Gardiyan ji girtiyan re gotine; 'Ne zêde, piştî mehekê hûnê hemû kincê ji rengekî li xwe bikin. Eger hûn li xwe nekin hûn naçin dadgehê'. Bi vî awayî zextê û gefan li wan dixwin."