Li Awûstûrya û Hollandayê Kurdistaniyan dest bi Meşên Dirêj kirin

Li Awûstûrya û Hollandayê meşên dirêj ên ji bo azadiya Ocalan, dest pê kirin.

Piştî Parîs, Berlîn û Luksembûrgê, Kurdistaniyan li herêma St. Polten a Awûstûryayê dest bi meşa dirêj kirin û wê heta paytexta Viyanayê bimeşin. Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bi beşdariya 100 Kurdistaniyan pêk tê.

Meşa dirêj wê 2 rojan bidome û bi mîtîngek li paytext Viyanayê biqede.

ROTTERDAM

Li bajarê Rotterdam ê Hollandayê jî çalakger li ber avahiya Şaredariyê li hev civiyan û ber bi Delftê ve bi rê ketin. Ev meş jî wê 2 rojan dewam bike û beşa wê ya îro wê li Delftê biqede.

Sibê jî wê çalakger ji Delft berê xwe bidin Den Haagê. Meş wê li ber avahiya Şaredariya Den Haagê biqede. Tê dayîn gelek kes beşdarî mîtînga li Den Haagê bibin.