Li Awûstûralya ji bo Şengal û Farqînê çalakî

Serketina Şengalê û berxwedana gel a Farqînê li bajarên Sydney û Melboûrn ên Awûstûralya hatin silavkirin.

Serketina Şengalê û berxwedana gel a Farqînê li bajarên Sydney û Melboûrn ên Awûstûralya hatin silavkirin.

Li Melboûrn çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NAV-KURD) hat organîzekirin û gelek Kurdistanî tevlî bûn. Endamê KNK’ê Mahmût Kahraman di çalakiyê de axivî, terora dewletê ya li Farqînê şermezar kir. Kahraman, serketina Şengala jî li tevahî gelê Kurdistanê pîroz kir.

Di çalakiyê de nûnerê Navenda Çanda Anatolya jî axaftinek kir. Kurdistaniyan der barê armanca çalakiyê de belavok belav kirin, piştre çalakî bi dawî kirin.

Bi heman armancê li bajarê Sydney jî çalakiyek hat lidarxistin. Ji bo kesên di komkujiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin, piştre Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Brûsk Aeîverî û Nûnerê KNK’ê yê Sydney Îsmet Taşkan axivîn.

Di axaftinan de komkujiya Parîsê hat şermezarkirin, berxwedanên Farqîn û Şengalê jî hatin silavkirin.

...