Li Awûstralyayê fikara xwekuştinan zêde dibe
Li gorî pisporên Awûstralyayî ji ber stresa koronavîrusê û dijwariyên ji ber aboriyê bi hezaran kes dibe ku xwe bikujin.
Li gorî pisporên Awûstralyayî ji ber stresa koronavîrusê û dijwariyên ji ber aboriyê bi hezaran kes dibe ku xwe bikujin.
Navenda Ruh û Mejî ya Zanîngeha Sydneyê derbarê bandora pandemiyê û encamên wê yên ekonomîk diyar kir ku di pênc salên pêş de salane dibe ku 750-1500 kes xwe bikujin. Ev jî tê wateya ku rêjeya xwekuştinê ya li Awûstralyayê wê ji sedî 25 heta 50’î zêde bibe.
XWEKUŞTIN JI COVÎD-19’Ê ZÊDETIR DIBE SEDEMA MIRINAN
Evûstralyayê li dijî şewba Covîd-19’ê encameke baş stend. Heta niha 7 hezar kes nexweş ketin û hejmara miriyan 100 derbas nekiriye.
Lê ji ber astengiyên komî û bazirganî li ser aboriyê bandorên xerab pêk hatin.
Hikumeta Evûstralyayê roja Sêşemê diyar kir ku her hefte 2,3 milyar eûro dikevin xisarê.
Piştî lêkolîna li ser xwekuştinê ji bo pêşîlêgirtina xwekuştinê Wezareta Tendirustiyê pakêta alîkariyê ya 500 milyon dolar eşkere kir.
Tê payîn ku hikumeta roja Înê derbarê sistkirina astengiyan daxuyaniyê bide.