Li Awûstralyayê coşa 27’ê Mijdarê

Li Awûstralyayê coşa 27’ê Mijdarê

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Victoryayê (NAV-KURD) ve bi şahiyekê damezrandina PKK’ê hate pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahiya salvegera PKK’ê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê destpê kir. Li ser navê Desteya Rêveberiya NAV-KURD û Komeleya Kurdistaniyên Welatparêz ên Rojhilatî axaftin hatin kirin. Di axaftinên hatin kirin de, pêşketina dîrokî ya PKK’ê, şert û mercên derketina PKK’ê û pêşketinên siyasî û leşkerî, polîtîk, çandî û civakî hatin nirxandin.

Endama Desteya Rêveber a NAV-KURD’ê Fatoş Çîçek axivî û got: “Tevgera PKK’ê diyar kir ku di demek de ku gelê Kurd dihate înkarkirin û asîmlekirin derketiye holê. Tevgera PKK’ê pêşî li dijî hemû paşverûtiyan têkoşiyaye. Piştre jî ji bo gelê Kurd û gelan bûye sembola azadiyê.”

Çîçek di axaftina xwe de got: “Îro di nava rageşî û tevlîheviya Rojhilata Navîn de, projeya xweseriya demokratîk a ku ji aliyê afirînerê PKK’ê Rêber Apo ve hatiye pêşxistin, ketiye jiyanê.”

Pîrozbahî bi guhdarkirina koma mûzîkê ya NAV-KURD’ê, nîşandana sînevîzyonê, û govenda ciwanan bi dawî bû.