Li Avûstûrya û Elmanyayê xebatên hilbijartinan dest pê kir
Li Avûstûrya û Elmanyayê pêkhateyên HDP’ê ku ji komele û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk tên dest bi xebatên hilbijartinên 24'ê Hezîranê kirin.
Li Avûstûrya û Elmanyayê pêkhateyên HDP’ê ku ji komele û rêxistinên Kurdistanî û Tirkiyeyî pêk tên dest bi xebatên hilbijartinên 24'ê Hezîranê kirin.
Li paytexta Avûstûrya Viyanayê gelên ji Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo xebatên hilbijartinan li hev civiyan.
Girseya gel bi navê HDP’ê li lokala Federasyona Gelan a Demokratîk hatin ba hev û dest bi xebatên hilbijartinan kirin.
Nûnerê HDK’ê Rîchard Berger, nûnerên tevgerên sosyalîst û saziyên Kurd beşdarî civinê bûn.
Di civînê de koordînasyona hilbijartinan hate hilbijartin, têkildarî lîsteya muşahît, xebatên weşan û propagandayê plan hatin kirin.
Komeke ji 7 kesan ji bo xebatên HDP’ê hate hilbijartin û ev kom wê li tevayî Avûstûryayê koordîneya xebatên pêvajoya hilbijartinê bike.
Endamên partiyan ên ku xebatan bi rê ve bibin wê ji bo qeyda hilbijartinan a ji bo gihiştina konsolosxaneyan kar bike.
Li Avûstûryayê li sê herêmên ji bo hilbijartinê hatine diyarkirin Viyana, Salzbûrg û Brengezê, muşahît û erkdarên sindoqên Desteya Hilbijartina Bilind (DHB) hatin diyarkirin.
Biryar hate dayîn ku serdanên marketên firotinê, qehwe, mizgeft û cihên din yên baweriyên yên Kurdistanî û Tirkiyeyê bikin.
‘LI DIJÎ AVAKIRINA ÇETEYAN EM XWE RÊXISIN BIKIN’
Li Avûstûryayê li dijî hilbijêrên HDP’ê kesên ku xebatên antî-propagandayê dimeşînin ji bo xebatên bi rêya dîplomatîk komîsyon hate diyarkirin. Hate gotin ku divê li dijî rêxistina avakirina çeteyan a AKP’ê ÛETD’yê xwe birêxistin bikin.
Richart Berger got ku divê bi rûhê sefeberiyê xebat bê meşandin, divê hemû kes ji bo bi dawîanîna Erdoganê dîktator û çeteyên wê bi ruh û can xebat bimeşîne.
LI DÛÎSBÛRGÊ STARTA HILBIJARTINÊ HATE DAYÎN
Li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê di dorhêla xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de ji aliyê pêkhateyên HDP’ê ve xebatên hilbijartinê hatin destpêkirin. Pêkhateyên HDP’ê ATÎF, AGÎF, NCDKD, Meclîsa Jinan a Şehîd Asya Yuksel, Înîsyatîfa Gel a Kurecîk, Dersim Spor, Freîes Forûm, Yaşanacak Dunyayê pêk tê.
Civîn li lokala Navenda Civaka Demokratîk a Dûîsbûrgê (NCDKD) pêk hat. Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Kurdan ên li bajarê Dûîsbûrg û derdora wê dijîn beşdarî civînê bûn. Di civînê de hate gotin ku HDP Dûîsbûrg wê bi rûhê seferberiyê ji bo qeydên hilbijêran tevbigere û bi armanca dawîanîna li dîktatoriya Erodgan têbikoşe. Komîsyonên têkildarî serlêdanên dengdayînê, xebatên dengdayînê hate avakirin û dest bi xebatên hilbijartinê kir.