Li Atînayê roja 3. a çalakiyê: Wê faşîzma Erdogan têk biçe!

Rêzeçalakiya li paytext Atînayê ya li dijî tecrîd, qeyûm û êrîşên li dijî çapemeniyê dest pê kir, di roja sêyemîn de ye.

Meclîsa Gel a Yewnanîstanê li paytext Atînayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi qeyûman desteserkirina şaredariyên DBP’î û girtina televîzyon û radyoyên Kurd û mûxalîfan çalakiyên xwe didomîne.

Çalakiyê di roja sêyemîn de li Qada Syntagma ya li ber parlamentoyê dewam kir. Kurdistaniyan ku li qadê stand danîn, çalakî veguherandin mîtîngê. Kurdistaniyan li qadê belavok belav kirin, bi dirûşmeyan sepanînên darbekar ên AKP/Qesrê protesto kirin.

Meclîsa Gel daxuyanî da û diyar kir ku çawa gelê Kurd komplo pûç kiribe, hew wiha wê faşîzma Erdogan jî têk bibin.

Meclîsa Gel banga tevlîbûna meşê li Kurdistaniyên kir ku wê saet 15.00’an li Qada Syntagma destpê bike û li ber Sefaretxaneya Tirk veguhere mîtîngê.