Li Atînayê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo Ocalan her ku diçe mezintir dibe

Li paytext Atînayê greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Ocalan tê lidarxistin dewam dike. Ji gelên din jî mirov bi eleqeyek mezin nêzî çalakiyê dibin, Komîteya Amadekar bang li tevahî Kurdistaniyên li bajêr kir ku li ber parlamentoyê kom bibin.

Li paytexta Yewnanîstan Atînayê, çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi banga Meclîsa Gel a Yewnanîstanê bi şîara “Azadiya Ocalan azadiya me, tenduristiya wî tenduristiya me ye”  wê 5 rojan bidome û bi mîtîngekê bi dawî bibe, di roja 3’yemîn de dewam dike.

Çalakvan ku li ber Parlamentoyê li Qada Syntagma kon danîne, çalakiya xwe bi coşek mezin didomînin. Di çalakiyê de ji bilî Kurdan, Yewnanî jî bi tevlîbûnê piştgiriyê dikin.

Kurdistaniyên ku danê êvarî serdanên xwe zêde kriin, qada çalakiya greva birçîbûnê veguherandin qada mîtîngê. Bi dirûşm, sirûdan bala tevahî turîstan dikeve ser çalakiyê.

Kurdistanî ku belavokên bi Îngîlîzî û Yewnanî belav dikin, diyar kirin ku wê dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava qebûl nekin.

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Komîteya Amadekar jî banga destekkirinê li tevahî Kurdsitaniyên ku li Atînayê dijîn kir. Di daxuyaniya Komîteyê de wiha hate gotin; “Tenduristî û ewlehiya Rêber Apo temînata aştiyê ye. Heta em agahiyê ji Rêbertiya xwe digirin, em ê her roj di nav çalakiyan de bin.”

...