Li Atîna, Amsterdam û Brûkselê tecrîd hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Abdullah Ocalan li paytext Atîna ya Yewnanîstanê û bajarê Amsterdam ê Hollanda û bajarê Brûksel ê Belçîkayê hate protestokirin.

ATÎNA

Bi armanca protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Atîna ya Yewnanîstanê li Qada Syntagmayê çalakiya ku hate lidarxistin di roja xwe ya 3’emîn de dewam dike. Di çalakiya tecrîda hate protestokirin de, dirûşmên ku daxwaza azadiya Ocalan dihatin xwestin hate qîrkirin, pankart hatin vekirin û belavok hatin belavkirin.

AMSTERDAM

Li bajarê Amsterdam ê Hollandayê bi botên ku tûr di nava bajêr de digeriyan wêneyên Ocalan hatin hildan û bal kişandin ser tecrîdê.

Çalakiya ku têde banga hestyariyê hate kirin saet 15:00’na de destpê kir û heta 19:00’an dewam kir. Di çalakiya pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin de, belavok hatin belavkirin.

BRÛKSEL

Li Brûkselê jî, ji aliyê Jinên Ciwan ên Azad û NAV-BEL’ê ve bi çalakiyeke hate organîzekirin, tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin

Mîtînga li Porte de Namûrê hate lidarxistin, bi rêzgirtinê destpê kir.

Li ser navê NAV-BEL’ê Kazim Orak axivî û bal kişand ser tecrîda li hember Ocalan. Li ser navê HDK-Ewropayê Mûstafa Kûmral axivî. Çalakî bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “Dîktator Erdogan” ve bi dawî bû.