Li Atîna protestoya tecrîdê: Çalakiya Nobedê bi mîtîngekê bi dawî bû

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Atîna ya Yewnanîstanê hate protestokirin

Çalakiya Nobeda ku bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li paytext Atîna ya Yewnanîstanê di roja 4’emîn de bi mîtîngekê hate protestokirin.

Çalakiya ku gelek Kurdistanî beşdar bû, turîstan eleqeyek mezin nîşan dan.

Rûgeş Efrîn a ku di mîtîngê de axivî wiha got: “Li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdekî bê hiqûqî û exlaqî tê pêkanîn. Ev êşkence ye, dixwazin girêdanê me û Rêbertiya me ji hev qût bikin. Em rê nadin vê. Heta Rêbertiya me azad bibe em ê têkoşînê bidomînin.

Li ser navê Meclîsa Gel a Atînayê jî Elman Qamişlo axivî. Qamişlo wiha anî ziman: “Li vir weke jin û ciwan carekî din azadiya Rêberê Gelê Kurd dixwazin. Em tecrîd û esaretê qebûl nakin.