Li Amedê û Îzmîrê ji bo yên ‘winda’ civiyan

Parêzvanên mafê mriovan û malbat, li Amed û Îzmîrê çalakiyên xwe yên dadmendiyê domandin. Vê heftiyê ji bo Abdulrezaak Erdogan ku ji hêla hêzên dewletê ve hate kuştin, Omer Onen û Mehmet Nûr Dayan civiyan.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 466’an de Abdulrezaq Erdogan ê JÎTEM'ê li Şemzînanê kuşt û Omer Onen ê Hîzbûllahê li Çinarê ew revandin û winda kirin pirsîn.

Komisyona windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 466’an de çalakiya xwe li salona Şaxa ÎHD'ê ya Amedê berdewam kirin. Xizmên windayan wêneyên xizmên xwe yên winda rakirin û pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin vekirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdulselam Înceoren diyar kir ku ew têkoşîna edaletê berdewam dikin û wiha got: "Heta ku em aqûbeta hemû windayan ronî bikin em ê têkoşîn û lêgerîna xwe berdewam bikin. 466 hefte ye em li hev kom dibin. Heta em hemû windayan bibînin û kujerên wan bên darizandin wê têkoşîna me bidome. Ji ber Rewşa Awarte 77 hefte ne em çalakiyên xwe li hundir pêk tînin. Êdî Rewşa Awarte û girtin ne çareseri ye. Di salên 80 û 90’an de ev yek bi dehan caran hat çeribandin. Ji bo edalet pêk bê divê berî her tiştî demokrasî, mafên mirovan û edalet pêk bê. Ji bo mafên mirovan û demokrasî bê parastin divê OHAL bi dawî bibe."

‘DEWLETÊ GOREK JÎ JI BO ME ZÊDE DIT'

Hevsera Omer Onen ê li gundê Akpete yê Çinara Amedê di sala 1994'an de hat windakirin, Nezîre Baran jî çîroka hevserê xwe ya hatiye windakirin vegot. Baran, got sibê salvegera mirina hevsêrê wê ye û wiha got: "Di sala 1994’an de hevserê min saet di 04.00'ê şevê de ji bo pez bibe çêrê derket derve. Pişti çû carek din nehat malê. Jibo ez hevserê xwe bibînim min serî li hemû rêyan da. Bavê 4 zarokan bû. Hevserê min ji aliyê Hizbullah û JÎTEM'ê yên ku dewletê çek dan wan ve hatin kuştin. Dewletê gorek jî ji bo me pir zêde dît.

‘HEMÛ GUNDÎ ŞAHID IN'

Li ser navê komîsyona windayan a ÎHD'ê jî Prz. Hasan Yalçin, jî diyar kir ku di sala 2005'an de Abdulrezzak Erdogan dema li mala xwe raza bû ji aliyê leşkeran ve hat kuştin û wiha got: "Di 9'ê mijdara 2005’an de li dijî pirtûkxaneya Umut a Şemzînanê êrîş pêk hat. Di êrîşê de Leşker Ali Kaya li ser sûc hat girtin. Di nîşeya malbata Erdogan de wiha tê gotin: “Demek beriya bûyerê çend bombe avêtin mala me. Gelek caran ev dubare bû. Piştre kes dişandin mala me û digotin zerar heye ya na. Birayê min li malê hat qetilkirin. Hemû gundî şahidê vê bûyerê ne."

Çalakî piştî xwendina çîroka windayan û rûniştinê bi dawî bû.

ÎZMÎR

Şûbeya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Izmîrê li aqûbeta Omer Onen û Mehmet Nûr Dayan pirsî. Dayikên Aştiyê, nûnerên partiya siyasî û rêstinên civakî cara 415’an bi dirûşma ‘bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin’ hatin cem hev û ji bo ku balê bikişînin ser kincên yek reng ku tê xwestin li girtîgehan li girtiyan ferz bikin.

Daxuyanî ji hêla Rêveberê Şûbeyê Ahmet Çîçek ve hate dayin.

‘HELWESTA LI DIJIÎ KINCÊN YEK RENGE’

Çîçek bal kişande ser ferzkirina kincên yek reng ê bi BHQ’ya bi nimroya 696’an, diyar kir ku kincên yekreng di xwe de tolhildanê û bêkarakterbûnê vedihewîne û ew ê li dij kincên yekreng derkevin.

ÇÎROKA ONEN Û DAYAN

Çîçek li aqûbeta Omer Onen û Mehmet Nûr Dayan pirsî ku 1994’an li Çinarê ya Amedê hatin windakirin û got Omer Onen dibistana seretayî qedandibû, li gundê Aktepe a Çinarê dixebitî, bavê 4 zarokan bû, bi hinceta ku birayekî wî tevlî nav gerîla bûbû hêzên dewletê tim bi ser mala wan de digirtin û 14’ê Çile ya 1994’an, Omer Onen ji hevjîna xwe re dibêje karekî wî yê biçûk heye, heta dema xwarinê wê hazir be, bi kurê xwe yê 14 salî Mehmet Nur Dayan re, berêvarkî bi traktorê ji malê derkeve da ku sewalên xwe bibîne lê piştî ku bi traktorê ji gund derdikevin li gel ku li her deverê geriyane û pirs kirine jî ti agahî ji Omer Onen û kurê wî nehatiye standin.